• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Gulan Media October 5, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Roja yekşem 04.10.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftinên vê dawiyê ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li mîhwerên Kerkûk li Serok Barzanî kir û serxweşiyê jî li kesukarê şehîdên vê operasyonê kir û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest. Her wiha asta hemahengî û hevkariya di navbera hêzên hevpeymanan û hêzên Pêşmerge bi mînak wesif kir û spasî Serok Barzanî jî kir ku piştevanêkî serekî ya hevpeymanan bûye li şerê dijî terorîstên Da'îş. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê Serok Barzanî li helwest û stratejiyên dawî ya welatê xwe yê li navçeyê û li ser pirsên niha agahdar kir.

Her li vê civînê de pêdiviyên serbaziyên hêzên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Iraq û Sûriye û çawayiya ji navbirina terorê guftûgo kir û di derbarê pêşketinê dawî yên siyasiyên navçeyê û her wiha êrîşên asmaniyên Rûsya de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku pêwîste hemû aliyan de şerê Da'îş bê kirin û terorîstên Da'îş li Sûriye û Iraq û navçeyê li rayên xwe ve bê derxistin. Serok Barzanî hebûna komdengiya dewletî li ser ji navbirina Da'îş bi pêwîst zanî û eve jî xisterû ku divê hemû welat hemû cûre nakokiyek deynin aliyekî û terkîz li ser ji navbirina Da'îşê bikin ji ber ku hereşeye li ser hemû aliyek.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê vê kombûnê bû.


Top