• Thursday, 19 February 2026
logo

Leyla Zana: Gelê Kurd yekîtiya neteweî dixwaze

Gulan Media October 4, 2015 Nûçe
Leyla Zana: Gelê Kurd yekîtiya neteweî dixwaze
Parlemantera HDPê ya bajarê Agiriyê Leyla Zana li bajarê Marsîliyayê ji gel re civîn lidar xist û têde tekez li wê yekê kir ku şert û mercên îro yên Kurd tê de ne ji mercên duh bêhtir û guncawtir in. Zana got: "Gelê Kurd yekîtiya netewî dixwaze."


Li gor medyayên nêzîkî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û herwiha medyayên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve siyasetvana Bakurê Kurdistanê û parlamentera bajarê Agirî yê Bakurê Kudistanê li bajarê Marsîliya ya Fransayê bi kurdên wî bajarî re civiya.

Li gor agahiyan Leyla Zana ji gel re axivî û got: "Çawa ku me ji Erdogan re got, emê te nekin serok û me ew nekir serok, niha jî mîna têkçûna di hilbijartinên Agirî û 7'ê Hezîranê de em ê careke din wan têk bibin."

Zana êrîşên li Cizîr, Farqîn, Gimgim û gelek bajarên Kurdistanê bibîr xist û got, "Cihê ku dewletê derketina derve lê qedexe kiriye û bi tank û topan êrîşî xanî û kargehan dike, bajarên ku bi dehan Kurdên sivîl lê hatin qetilkirin, cihên ku HDP'ê dengekî gelekî zêde lê wergirtine. AKP û Erdogan tolê ji Kurdên deng dane HDP'ê hiltînin."

Zana anî ziman ku Erdogan û AKP ên îdîa dikin ku Kurdan dest bi şer kirine, derewan dikin û got, "Me ti carî welatê kesekî dagir nekirine. Me ti carî zimanê kesekî qedexe nekirine, me ti carî baweriya kesekî qedexe nekirine, me ti carî ji civakekê re negotine hûn ne ji me ne û qetil nekirine. Tevî vê yekê jî eger hin kes radibin û Kurdan weke alîgirê şer nîşan didin, hingî ew kes derewan dikin."

Derbarê yekîtiya neteweyî de jî Zana destnîşan kir ku şert û mercên îro yên Kurd tê de ne ji mercên duh bêhtir guncaw in. Zana anî ziman ku gel tifaq û yekîtiyê dixwaze.
Top