Dr Mehmûd Osman daxwazên bi lezgîn ji pênc partiyên sereke dike
Siyasetmedar Dr Mehmûd Osman ji partiyên Başûrê Kurdistanê daxwaz dike di vê civînê de bigehin encamekê, rewşa gelê Kurd, ya Pêşmerge û geşedanên li Herêmê jî baş binirxînin.
Siyasetmedarê bi ezmûn Dr Mehmûd Osman ji bo civîna roja 6’ê vê mehê çend daxwazan ji pênc partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê dike û dibêje pêwîste di vê civînê de rewşa gelê Kurd û Pêşmerge liber çav bigrin, pêwendiyên ligel Bexda û geşedanên dawî jî binirxînin. Osman hêvî dike ku ev civîn bibe ya dawî û gehiştina encam.
Biryare roja Sêşemê (6/10/2015) her ênc partiyên sereke (PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû) bo gotûbêjkirina pirsa serokatiya herêmê û qeyrana siyasî ya herêma Kurdistanê carek din bicivin.
Dr Mehmûd Osman derbarê civînê de li ser navnîşana xwe ya tora civakî facebookê dibêje; ”Hêvîdarim ku encamên baş ên vî civînê hebin.”
Osman di nivîsa xwe de dibêje divê di civînê de behsa pêwendiyên ligel Bexda bêkirin. Jiber ku berbi aloziyê ve çûye.
Herwiha Osman amaje bi hevpeymaniya Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyê ya li dijî DAIŞ’ê dike û diyar dike ku di vê hevpeymaniyê de rola herêma Kurdistanê perawêzkirine, hesabên pêwîst bo Pêşmerge, qehremantiya gelê Kurd û dabînkirina pêwîstiyên şerê DAIŞ’ê nehatiye kirin.
Mehmûd Osman dibêje ev xalên gelek giringin û divê civîn li ser van jî raweste û dibêje; ”Divê her pênc partî, rewşa gelê Kurd û Pêşmerge jî liber çav bigrin. Ev alî ku hikûmetê pêktînin, berpirsiyariyan a sereke ewe ku van pirsgirêkan çareser bikin.”
Basnews
