• Thursday, 19 February 2026
logo

Îdrîs Nesan: Pêşmerge hevkariya me dike

Gulan Media October 2, 2015 Nûçe
Îdrîs Nesan: Pêşmerge hevkariya me dike
Wezîrê Karên Derveyî yê Kantona Kobanê Îdrîs Nesan got: ”Em li hemberî DIŞIê ji Pêşmerge alîkariyê digrin.”
Wezîrê Karên Derveyî yê Kantona Kobanê Îdrîs Nesan ji ajansa Sputnikê re axivî û diyar kir ku ew di tekoşîna li dijî DIŞIê de ji gelek welatan alîkarî xwestine û anî ziman ku ew têkoşîna Rusyayê ya li hemberî DIŞIê gelek girîng dibînin.

Îdrîs Nesan wiha got: ”Me berê jî gotibû ku kî li Sûriyê li hember DIŞIê têkoşînê bike ji bo me gelek girîng e. Me ji bo têkoşîna li hemberî DIŞIê ji gelek welatî alîkarî xwest û em ji Rûsyayê jî dixwazin.”

Nesan diyar kir ku dewleta Sûriyê heta niha alîkarî nedaye Kurdan û wiha got: ”Kî bixwaze li hemberî DIŞIê têkoşînê bike em ji bo hevkariyê amadene.”

Nesan daxuyand ku hêzên koalîsyonê tenê ji hewayê piştgirî didin wan û got: ”Em ji pêşmerge alîkariyê digrin.”
Nesan axavtina xwe wiha dawî kir: ”Paytexta DIŞIê Reqqa ye. Li gelek cihê wek Deyrzor, Minbiç de DIŞI bicih bûye. Divê li van cihên DIŞIê were lêdan.”
Top