• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Mêrdînê şerekî giran di navbera PKK û hêzên Tirk de derketiye

Gulan Media October 1, 2015 Nûçe
Li Mêrdînê şerekî giran di navbera PKK û hêzên Tirk de derketiye
Li herêma Mêrdînê ya Bakurê Kurdisanê, şerekî giran di navbea hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de derketiye. Tê gotin heta niha 6 leşkerên Tirk birîndar bûne.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro derdora saet 12:00, li ser çiyayê Bagokê yê girêdayî bajarê Nisêbînê, şerekî giran di navbera hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de heta niha 6 leşkerên Tirk birîndar bûne û gerîlayekî PKKê jî şehîd bûye.

Hat gotin ku heta niha jî şer didome.

Li navçeya Sawirê ya Mêrdînê jî di encama êrişeke çekdarî de serkomîserekî polîs birîndar bû.

Li gorî agahiyan, bûyer li taxa Seydî ya bajêr qewimî û serkomîserê ku di bûyerê de birîndar bibû jî rakirine nexweşxaneya Mêrdînê.

Rudaw
Top