‘Emê bi tunekirina DAIŞ’ê tola şehîdên xwe bistînin’
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragehand ku ji destpêka şerê DAIŞ’ê heta niha çarenivîsa 52 Pêşmergeyan ne diyare.
Piştî binkeftina li başûr û rojavayê Kerkûkê, şeva borî rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê dîmenên şehîdkirina 8 Pêşmergeyan di torên civakî de belav kir.
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragehand ku ji destpêka tunekirina rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê de û di şer de heta niha 52 Pêşmerge wendane û çarenivîsa wan ne diyare.
Derbarê dîmenên şehîdkirina Pêşmergeyan jî Yawer got ew lêkolînan dikin ku nasnameya wan Pêşmergeyan zelal bikin.
Yawer got; ”Em pabendê rêkeftinên hevpeymaniya li dijî DAIŞ’ê ne. Emê bi tune kirin û jinavbirina terorê, tola şehîdên xwe bistînin.”
Piştî belavbûna dîmenên şehîd kirina Pêşmergeyan xelk ji hikûmeta herêmê dixwaze ku tola wan bistîne û dîlên DAIŞ’ê îdam bike.
Basnews
