Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Ji bilî wê yekê ku heta niha rastiya nûçeyê nehatiye piştrast kirin û dûvdaçûn û lêkolîn berdewame ji aliyê saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina zanyariyên dirust li ser vê babetê, lê belê encamdana vê cûre kirdarên nemirovane ji aliyê terorîstên Da'îş ve tê pêşbînîkirin, û berê jî mînakên van tawanan hebûye.
Xelkê Kurdistanê dilniya dikin ku terorîstên Da'îş û hemû ewên ku destê wan li encamdana vê tawanana dijî bi Pêşmerge û dîlên Kurdistanê de heye, ji sizaya adîlaneya gelê Kurdistanê rizgar nabin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
01/10/2015
