Amed – 2 efserên Tirk hatin kuştin
Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê li navçeya Farqînê ya Amedê, 2 efserên Tirk rastî êrişa çekdarî hatin û hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, wan efseran dema dixwestin li panzêrê siwar bibin, rastî êrişê hatin.
Hat gotin ku ew kesên ku êrişî efseran kirine, 2 kes bûne û piştî êrişê ji cihê bûyer reviyane.
