• Thursday, 19 February 2026
logo

Mîranî: Em pêşniyarên çar partiyan bi şêweyê wan pêşkeş kiriye qebûl nakin

Gulan Media October 1, 2015 Nûçe
Mîranî: Em pêşniyarên çar partiyan bi şêweyê wan pêşkeş kiriye qebûl nakin


Sekreterê Polîtbîroya PDK’ê Fazil Mîranî ragehand ku daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên di derbarên pêşniyara herçar partiyan (YNK, Goran, Yekgirtû, Komel) giring in û ew dê bi vê nêrînê beşdarê civîna 6’ê Cotmehê bibin.

Sekreterê Polîtbîroya PDK’ê Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka beşa Soranî ragehand ku Nêçîrvan Barzanî negotiye pêşniyara herçar partiyan ”ecêb” e, gotiye xalên ecêp di nava pêşniyaran de heye.

Mîranî amaje bi wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Giştî yê partiyê ye û got ku bê guman gotinên wî dibin nêrîna partiyê jî.

Mîranî da zanîn ku ew pêşniyara her çar partiyan jî weka wan pêşkeş kiriye qebûl nakin û dê di civîna 6’ê Mijdarê de jî vê yekê giftûgo bikin.

Beriya niha Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm, Endamê Şanda Danûstandinan yê Yekgirtû Ebûbekir Helednî ragehandibûn ku heger gotinên Nêçîrvan Barzanî nêrînên fermî yên PDK’ê bin, êdî pêwîstî bi giftûgo nake û ew beşdarê civînan nabin.

Fazil Mîranî ev helwest jî rexne kir û got ku divê ev partî şertên xwe yên bidawîkirina giftûgoyan diyar bikin. Mîranî got; ”Bi dawî kirina giftûgoyan reve, çawa ku mirov ji lêpirsînekê bireve.”

Herçar partiyên hikûmeta herêmê (YNK, Goran, Komel û Yekgirtû) dixwzin şêweyê hilbijartina serokatiya herêmê bê guhertin. Aliyan herî dawî jî pêşniyar kiribûn ku; Heger serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin bila desthlatên wî kêm bin, lê heger parlamen hilbijêre bila desthilatên wî zêde bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ev pêşniyar weke pêşniyarek ”ecêp” binav kiribû û diyar kiribû ku divê berovajî be.

Basnews
Top