Kerry di Encûmena Asayişa Navdewletî de behsa serkeftinên Pêşmerge kir
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di civîna Encûmena Asayişa Nêvdewlwtî de ragihand: duh 30 Eylûlê Pêşmerge hejmarek ji gundên başûr-rojavayê Kerkûkê ji çekdarên DAIŞê baqij kirin.
Di goitina xwe de di civîna îro de ya Encûmena Asayişa Navdewletî de derbarê rewşa welatê Sûriyê û şerê li dijî DAIŞê John Kerry ragihand: “Îro 30 Eylûlê Kurdan çend gundên derdora bajarê Hewîca li başûr-rojavayê Kerkûkê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî kontirol kirin. Pêşmerge baş bi pêşve çûne û cihê bi xurtî girtine.”
Herwiha John Kerry tekez kir ku, Heger Beşar Esed li ser deselatê bimîne DAIŞ li Sûriyê têknaçe.
Îro BasNews li ser zimanê Fermanderê Hêzên Piştevanî 1 ser bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve Sîhad Barzanî belav kiribû ku, Pêşmerge bi helmetek fireh dest bi azad kirina çend gundekî ser bi sînorê parêzgeha Kerkûkê kirine û karîbûn gundên (Gubeybe, Tel Elwerid, Xerza, Kuwarsê Ereban, Kuwarsê Kurdan, Mihemed Xelîl û Seyid Xelef) kontirol bikin.
Basnews
