Pêşmerge li Kerkûkê 7 gundan azad dike
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di encama perasyona li rojavayê Kerkûkê de heta niha 7 gund ji destê rêxistina DAIŞ’ê azad kiriye û operasyon berdewame.
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo rizgarkirina gundên rojavayê Kerkûkê û girê stratejîk ê Xereyê îro danê sibê di demjimêr 04:00 de operayonek berfereh destpêkiriye.
Peyamnêrê BasNews li herêmê ragehand ku heta niha Pêşmergeyan kariye 7 gından rizgar bikin. Pêyamnêrê BasNews got ku pêşdeçûan Pêşmerge jî berdewam e.
Li gor agahiyên Peyamnêrê BasNews jiber rê hatine bombekirin Pêmerge bi kontrol pêşve diçin. Tîmek taybet ê pisporên bombeyan jî rêyan paqij dikin.
Herwiha hate gotin ku piştgiriya firokeyên hevpeymanan jî berdewame û heta niha di gelek çekdarên DAIŞ’ê di vê operasyonê de hatine kuştin.
Basnews
