• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiye û Almanya dê hevkariya xwe xurt bikin

Gulan Media September 29, 2015 Nûçe
Tirkiye û Almanya dê hevkariya xwe xurt bikin
Almanya û Tirkiyeyê ji bo konrtolkirina koçberên ber bi Ewropayê ve diçin, lihev kirin.

Di hevdîtineke de Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu roja şemiya borî li New Yorkê, li hev kirin ku ji bo kontrolkirina pêla koçberan ber bi Ewropayê ve hevkariya xwe xurt bikin.

Berdevkekî Hikûmeta Almanyayê diyar kir ku komeke xebatê ya hevpar dê di rojên pêş de li ser gavên pêwîst kar bike û diyar kir ku Yewnanistan jî dikare tevlî vê hevkariyê bê kirin.

Merkel piştî hevdîtinê diyar kir ku armanca vê hevkariyê “kontrolkirineke baştir ya livên koçberan e.“

Li gor statîstîkên fermî, 2 milyon koçberên sûrî li Tirkiyeyê bi cîh bûne û Tirkiye rêyeke sereke ji bo koçberiya ber bi Ewropayê ve ye.

Li gor rojnameya almanî "Welt am Sonntag", Almanya xwe ji bo pêleke nû ya koçberên ji Afganîstanê amade dike. Wekî sedemên vê yekê hat diyarkirin ku ji aliyekî ve afganî êdî dikarin bi pasportên xwe yên elektronîk derbasî Îranê bibin û li aliyê din belavkirina gotegota qaçaxçiyên mirovan ku Almanya wê ji 800 hezar koçberan bêtir nehewîne, wiha kiriye ku ji nişkê ve pêleke afganî ketina hewla koça ber bi Amanyayê ve.

Rudaw
Top