• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Colemêrg û Êlihê teqîn: 3 kuştî 3 birîndar

Gulan Media September 29, 2015 Nûçe
Li Colemêrg û Êlihê teqîn: 3 kuştî 3 birîndar
Li Colemêrg û Êlihê bombe bi wesayîtên leşkerên Tirkiyeyê ve hatin teqandin û di encama her du çalakiyan de 2 leşker û polîsekê Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da û 3 polîs jî birîndar bûn.


Li gorî agahiyan, li ser rêya di navberê herdu navçeyên Colemêrgê, Şemzînan û Geverê de duh saet 17.00ê mayînek bi wesayîtek leşkerî ve hat teqandin.

Di encama teqînê de 2 leşkerên Tirkiyeyê mirin û herwiha wesayîta leşkerî jî rastî zerarek mezin hat.

Hat gotin, li herêmê hêzên Tirkiyeyê dest bi operasyonek berfireh kirin.

4 polîsên tevgera taybet birîndar

Ji aliyê din ve li Êlihê jî bombeyek bi wesayîtek zirxî ya polîsên tevgera taybet ve hat teqandin.
Herwiha di encama wê êrişê de jî polîsekî n ser bi tevgera taybet ve jiyana xwe ji dest da û 3 polîsên din jî birîndar bûn.

Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û nexweşxaneyên li herêma bûyerê.

Hat zaîn hêzên ewlekariya Tirkiyeyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirin.

Rudaw
Top