Barzanî rê neda peykerê bavê wî li Bexda bê danîn
Li gorî malpera EvroNews Kîfah Şengalî gotiye: “Barzanî bi hinceta ku Barzanî yê Nemir Rewişt, Xebat û têkoşîne û ne pêwîste wêne û peykerên wî werin danîn. Ev kar ne gelekî girînge.”
Mistefa Barzanî tê nasîn bi Mele Mistefa Barzanî di 14 Adara sala 1903 li gundê Barzan li Başûrê Kurdistanê jidayikbûye, di serdema paşayetiya Iraqê de ligel birayê xwe Ehmed Barzanî tevlî şoreşa Kurdî bûye. Di sala 1935 de Barzanî ji bo silamniyê hate nefî kirin. Lê di sala 1942 de ji Silêmaniyê reviya û dest bi şoreşê kir. Li Rojhilatê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî bû serokerkanê Artêşa Komara Kurdistan li Mehebad ku Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed bû. Barzanî Serkirdeyê Şoreşa Eylûlê dikir di sala 1961 de. Barzanî li welatê Amerîka li nexweşxaneya George Washington di 1 Adara 1979 de çû ser dilovaniya xwedê. Mele Mistefa Barzanî wek bavê rûhî ji Neteweya Kurd re tê nasîn.
Basnews
