Mesrûr Barzanî û Konsulusê Amerîkayê behsa hin mijaran kir
Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir.
Îro Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Matthias Mitman û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de giftûgo li ser rewşa meydanî ya eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê û herwiha hevkariyên heyî yên bo hêzên pêşmerge û pêşhatên siyasî yên li Kurdistanê û berdewamiya hemahengiya navbera hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê hate kirin.
Her di hevdîtina han de behsa hemahengî û amadekariyên heyî yên bo ev êrîşên ku di pêşerojê de vê li dijî terorîstên werin pêkanîn hate kirin û tekez li ser bihêztir kirina karînên hêzên pêşmerge hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember kemasiyên heyî yên di warê gehandina hevkariyan bo hêzên pêşmerge û neşandina bûdceyê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve diyar kir û got: Îraqê li hember Kurdistan û hêzên pêşmerge erkên xwe yên destûrî cîhbicîh nekir.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de balkêşande ser ew bar giraniya abûrî yaku di encama hatina ew hijmara zêde ya penaberan ketiye ser stûyê Kurdistanê.
Li hember de jî Konsulusê Amerîkayê diyar kir ku artêşa Amerîkayê hewl bo rêxistin û organîze kirina prosesa veguhastina hevkarî û pêdiviyên leşkerî ji hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşemrge dide daku hêzên pêşmerge weke hêzeke bibandor û çalak bimîne.
Derbarê pêşhatên siyasî yên Kurdistanê de jî her du alî tekez li ser girîngiya gehêştin bi çareseriyeke giştî bi rêya diyalog û lihev kirinê kirin.
