• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Nefta Iraqê kir

Gulan Media September 29, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Nefta Iraqê kir
Roja sêşem 29.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Abdulmehdî Wezîrê Nefta Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Rumadî û cihên dinê Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha rewşa siyasî ya Bexda jî nirxandin.

Her li vê kombûnê da di derbarê gûhertinan û rewşa navçeyê bi giştî de danustandina bîr û ramanan kirin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top