Serok Barzanî pêşwaziya Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Brîtanya kir
Li hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina Şanda Asayîşa Hikûmeta Brîtanya û şanda li gel kir û her wiha behsa hereşeya terorê ya li ser asayîşa navçe û cîhanê kir û Serok Barzanî bi spasiyê ve balkişand li ser girîngî û rola hevpeymaniya dijî Da'îş û tekez li ser ewe jî kir ku hêza Pêşmerge bi îrade û moral û ureyekî bilind ve rûbirûyê terorîstan rawestaye.
Ji aliyê xwe ve Ton Bêkt rol û qurbanîdana Pêşmerge bilind nirxand û bi hevpeymaniyekî stratejî û bi bandor li rûbirûbûn û têkşikandina terorê wesif kir û tekez kir ku hêza Pêşmergeyê Kurdistanê cihê şanaziyekî mezine.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî û Şanda Asayîşa Hikumeta Brîtanya behsa pêdiviyên hêzên Pêşmerge ya rûbirûbûna terorê kir û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye jî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Rudaw
