• Thursday, 19 February 2026
logo

Davudoglu: Herêma kurdî bi rêkeftin be, emê piştgiriya wê bikin

Gulan Media September 29, 2015 Nûçe
Davudoglu: Herêma kurdî bi rêkeftin be, emê piştgiriya wê bikin
Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmet Davudoglu ji Rûdawê re ragihand ku welatê wî rêveberiyeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê qebûl dike, lê eger ew yek bi rêkeftin be ligel dijbereya Sûriyê.

Ehmet Davudoglu li baregeha Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re ragihand: “Em amade ne alîkariya her welatekî bikin bo jinavbirina DAIŞê, ji ber ku DAIŞ gef e li ser me hemûyan. Lê divê em wê yekê jibîr nekin ku beriya 3 salan DAIŞ nebû. Ma kê DAIŞ çêkir? Tawana Esed e ku DAIŞ dirust kir. Rêjîma Esed bi awayekî tektîkî alkîariya DAIŞê dikir. Esed li navçeyên Reqa û Dêrazorê hêzên dijbereyê yên nerim bombebarar dikir, da ku ew ji wir derkevin û DAIŞ biçe wan navçeyan.”

Davudoglu derbarê şerê li dijî DAIŞê jî wiha got: “Herwiha DAIŞ û Esed şeriyetê didin hev. DAIŞ mana Esed wek hêncet bikar tîne, ku dibêje divê sunî yekgirtî bin li dijî Esed. Herwiha hebûna DAIŞ alîkariyê dide Esed, ku ji civaka navdewletî re dibêje, alîkariya min bikin li dijî DAIŞê. Bi rastî ev herdu jî şeytan in û alîkariya hev dikin. Eger her welatek alîkariya yekî ji wan li dijî yê din bike, tê wateya ku alîkariya herdu aliyan dike. Niha divê bi alîkarî hemû welat, tev Rûsya jî hewla dîtina çareseriyeke aştiyane bidin. Di Sûriya nû de nabe ne cihê Esed û ne jî cihê DAIŞê hebe. Helwesta me zelal e, nemana Esed tê wateya nemana DAIŞê.”

Serokwezîrê Tirkiyê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û egera avakirina desthilat û herêmeke kurdî li Rojava ragihand: “Kurdên Sûriyê jî wek tirmen û ereban merivê me ne. Çi destkeftên wan hebin û bi hevahengî be ligel hêzên dijbereyê yên nerim ên Sûriyê, emê piştgiriya wan bikin.”

Ehmet Davudoglu wiha domand: “Kurd, ereb, tirkmen, sunî, elewî, mesîhî yan misilman. Hemû sûrî bira û xuşkên me ne. Em ne li dijî ti aliyekî ji wan e, lê di heman demê de, PYDê ku piştgîrî û hevahengiya wê heye ligel rêjîma Esed pêwendiya wê jî ligel PKKê ya ku êrişî tirkiyê deke, heye. Lewma divê helwesta xwe zelal bike, ku pêwendiya wê bi Esed re tune ye, herwiha pêwendiya xwe ligel PKKê rawestîne.”

Davudoglu wiha got: “Her aliyek ku pêwendiya wê bi PKKê re hebe, ew li dijî Tirkiyê ye. Her gefek ji aliyê PKK û DAIŞê ve, maf dide Tirkiyê ku bergiriyê li xwe bike. Lê kurd wek girûpekê ji welatiyên nava Sûriyê wek ereb û tirkmenan, em piştgiriyê li wan dikin.”

Rudaw
Top