• Thursday, 19 February 2026
logo

Balyozxaneya Iraq welatiyên Iraqê vedigerîne welat

Gulan Media September 29, 2015 Nûçe
Balyozxaneya Iraq welatiyên Iraqê vedigerîne welat
Ligel ku hejmara welatiyên iraqî yên ku berê xwe didin Ewropa û Almanyayê, lê Hikûmeta Almanyayê biryar daye ku mafê penaberiyê nede iraqiyan.

Rêjeyeke zêde ya welatiyên Iraqê berê xwe dane Almanyayê û niha li gellek bajar û bajarokên wî welatî akincî bûne.

Jêderekê ji balyozxaneya Iraqê li Almanyayê ragihand ku ew koçberên iraqî yên ku li Almanyayê akincî bûne û niha dixwazin vegerin Iraqê, bo vegera wan hêsankarî tên kirin.

Wî jêderî herwiha aşkere kir, ew kesên ku dixwazin vegerin Iraqê, pêwîst e belgenameyên iraqî bi wan re hebin da ku balyozxaneya Iraqê li Almanya bikaribe di demeke zû de wan vegerînin welat.

Top