• Thursday, 19 February 2026
logo

Demirtaş: PKK ne nûnerê me ye, em jî ne nûnerê PKK’ê ne

Gulan Media September 29, 2015 Nûçe
Demirtaş: PKK ne nûnerê me ye, em jî ne nûnerê PKK’ê ne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş daxuyand ku PKK ne nûnerê HDP’ê ye û HDP jî ne nûnerê PKK’ê ye, eve propagandaya Ak Partiyê ye.

Li gor nûçeya rojnameya Almanî Suddeutsche Zeitung Hurriyet a Tikriyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş li ser pirsa ”Gelo ma HDP baskê yasayî yê PKK’ê ye?” ev bersiv da; ”Nexêr. Em ne nûnerê PKK’ê ne. PKK jî ne nûnerê me ye. Eve propagandaya hikûmetê ye. Ji bo çalakiyên PKK’ê bixin ser me wesa dibêjin. Hilbijêrên me jî PKK’ê weke ku AKP behs dike, nabînin.”

Demirtaş diyar kir ku çalakiyên PKK’ê zirarê nadin HDP’ê û got; ”Em ne rikberê hev in, ne jî şîrîkê hev. Em dijmindariyê jî nakin. PKK rêxistineke ku li Tirkiyê, Îranê, Suriyê û Iraqê xwe birêxistiye. Em partiyek siyasî ne û di çarçoveya Destûra Tirkiyê de kar dikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê daxuyand ku PKK guh daye banga wan ya ji bo çek danînê, lê ji bo vê jî divê dewlet êrîşan rawestîne, hevdîtinên ligel Ocalan carek din destpê bikin.

Basnews
Top