Putin: Kurd bi wêrekî şer dikin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotara xwe ya li pêş Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî de derbarê krîza Sûriyeyê de behsa çend xalan kir.
Vladimir di gotara xwe de amaje kir ku, divê hevpeymaniya navdewletî berfirehtir bibe û welatên misilman jî beşdar bibin û rolekê girîng wergirin li hemberî rêxistina DAIŞê.
Putin wiha got: “Li Sûriyeyê bi tenê hêzên Esed û kurd bi awayekî wêrekî li dijî terorîstan şerî dikin.
Serokê Rûsyayê herwiha destnîşan kir ku kiryarên li hemberî welatî ne di çarçoveyên rêgezên Neteweyên Yekbûyî de ne û got, şaşiyekê mezin e ku li gel hikûmeta Sûriyeyê pêwendî nayên danîn.
Rudaw
