Salih Mislim behsa lihevgihiştineke ligel Barzanî kir
Salih Mislim di konferansa rojnamevaniyê de behsa civîna xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê re kir û ragihand ku civîn serkeftî bû û ew û rayedarên Başûrê Kurdistanê gihîştine lihevgihiştineke siyasî.
Hevserokê PYDê amaje bi derfetekê ji bo alîkariya leşkerî di navbera YPG, Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî de ji bo rûbirûbûna DAIŞê kir.
Mislim wiha got: “Pirojeya yekîtiya axa Sûriyê ya me ye û ji bo alkîariyê jî em amade ne berdewam gotûbêjan bikin.”
Rudaw
