Barzanî serdana Patiryarkê Dêra Rojhilat a Asûriyan kir
Barzanî di wê hevdîtinê de ragihand: “Herêma Kurdistanê li hember mesîhiyan erkê xwe bi cih aniye, lê eger kêmasiyên me hebin, hêvîdar im li me bibûrin. We di şoreşên Kurdistanê de gelek şehîd dane û ew şehîd sembolek in bo me hemûyan.”
Patiryarkê Dêra Rojhilat a Asûriyan Mar Gorgîs jî di bersiva gotina Barzanî de, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û wiha got: “Em hest nakin bi serdan hatine, em hest dikin li welatê xwe ne.”
Mar Gorgîs wiha domand: “Divê em pêwendiyên xwe pêş bixin û em dizanin pêşeroja me li rojhilat pêşerojeke geş e.”
Duhî 123emîn Patiryarkê Dêra Rojhilat a Asûriyan dest bi karê xwe kir. Patiryark Mar Gorgîsê Sêyem ku ji bajarê Dihokê ye, bû patiryarkê nû. Kursiyê Patiryark ji Amerîka bo Herêma Kurdistanê hat veguhestin.
Rudaw
