• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî û Şehristanî rewşa Îraqê nirxand

Gulan Media September 28, 2015 Nûçe
Barzanî û Şehristanî rewşa Îraqê nirxand
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja yekşemiyê 27.09.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Hisên Şehristanî wezîrê xwendina bala û lêkolînên zansitî yê hikûmeta federala Îraqê kir û di dîdarekê de têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çewaniya çareskirina pirsgirêkên navbera her du aliyan û rewşa siyasî, leşkerî û emniya Îraqê gotûbêj kirin û rewşa êkonomiya Îraqê jî nirxand.

Di dîdarê de ku, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê amade bû, serokwezîrê herêma Kurdistanê bi hûrî behsa şerê dijî terorîstên DAÎŞ û şikestinên berdewamên terorîstan li hember êrîş û dirbên pêşmergeyê Kurdistanê kir. Serokwezîr ji şandeya Bexdayê re behsa rewşa êkonomî û ew kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de derbas dibe kir.

Weke tê zanîn, Hisên Şehristanî weke nûnerê serokwezîrê Îraq û ji bona beşdarîkirin di merasima destbikarbûna Patiryakê nû yê kenîseya Rojhilata Aşriyên cîhanê serdana herêma Kurdistanê kiriye.


Top