• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşdî Şe’bî gefan li Amerîka dixwe

Gulan Media September 28, 2015 Nûçe
Heşdî Şe’bî gefan li Amerîka dixwe
Berdevkê Fermî yê rêxistina Bedir Reza Temîmî daxuyand ku ew dê piştî cejnê ji bo rizgarkirina Enbarê operasyonek mezin destpêbikin û got ku divê leşkerên Amerîkayê nekevin ber lûleyên tifingên wan, nexwe ew jî dê bibin amanc.

Berdevkê Fermî yê rêxistina Bedir Reza Temîmî bi daxuyaniyek rojnamevanî aşkere kir ku dê ji bo rizgarkirina parêzgeha Enbarê ji destê çekdarên DAIŞ’ê, piştî cejnê operasyonek berfereh pêk bînin. Temîmî diyar kir ku divê hêzên bejayî yên Amerîkayê bikevin ber agirê çekên wan dê ew jî bibin amanc.

Temîmî herwiha ragehand ku hemû amadekariyên Heşdî Şe’bî bo destpêkirina operasyonê jî temem bûne û vê carê heta Enbarê azad nekin, nasekinin.

Ji aliyê din ve Berdevkê Operasyonên Hevbeş General Yehya Resûl jî diyar kir ku hêzên Hevpeymanan beşdarê vê operasyonê nabin û erkê wan tenê bombebaran esmanî û dayîna zanyariyan dibe.

Resûl da zanîn ku nexşe û plana azadkirina Enbarê jî bi başî dimeşe.

Doh Fermandarê Firqeya 7 ya Artêşa Iraqê Nûman Ebdulezîz ragehandibû ku dê topxaneya Hevpeymanan alîkariya operasyona Enbarê bike.

Basnews
Top