• Monday, 18 May 2026
logo

Li Kerkûkê 21 çekdarên DAIŞ’êhatine kuştin

Gulan Media September 27, 2015 Nûçe
Li Kerkûkê 21 çekdarên DAIŞ’êhatine kuştin

Di encama operasyona esmanî ya firokeyên Hevpeymanan de li nevçeya Hewîce û bajarokê Reşad a Kerkûkê 21 çekdarên rêxistina DAIŞ’ê hatine kuştin.

Operasyonên esmanî yên firokeyên şer ên Hevpeymanan a li dijî baregahên rêxistina DAIŞ’ê berdewam dikin. Li gor agahiyên ku BasNews ji çavkaniya ji hêza Pêşemerge li Kerkûkê wergirtine, firokeyan doh li navçeya Hewîce û bajarokê Reşad a başûrê Kerkûkê, çend baregahên DAIŞ’ê kirin amanc.

Hate gotin ku di encama operasyonê de kogehek çekan û otomobîlên leşkerî yên rêxistina DAIŞ’ê jî ketiye ber bombebaranê.

Çavkaniyê diyarkir ku di encama vê operasyonê de 21 çekdarên vê rêxistinê hatine kuştin.

Basnews
Top