• Monday, 18 May 2026
logo

Karayilan: Em di pêvajoya avakirina Kurdistanê de ne

Gulan Media September 27, 2015 Nûçe
Karayilan: Em di pêvajoya avakirina Kurdistanê de ne


Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku gelê Kurd di pêvajoya avakirina Kurdistana Azad e derbas dibe, ji ber vê yekê, ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye.

Mûrat Karayilan, ji 15. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin re peyamek şand û têde destnîşan kir, ku ew di pêvajoya avakirina Kurdistana Azad de ne.

Karayilan got: “Pêvajoya em tê de ne, pêvajoya avakirina Kurdistana Azad e. Ji ber vê yekê, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê spasiya kongireya Netewî ya Kurdistanê KNK kiriye ku ew weku endamê kongireyê hilbijartine û got: “Ez soz didim, ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ez ê weke fedaiyekî Apoyî cih bigirim, prensîbên Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi cih bînim û ji bo Kurdistana azad, demokratîk û serketî bi hemû hêza xwe têbikoş im.”

Xendan
Top