• Thursday, 19 February 2026
logo

Salih Muslim: Rûxana Esed dê karestaek mezin li cîhanê çê bike

Gulan Media September 27, 2015 Nûçe
Salih Muslim: Rûxana Esed dê karestaek mezin li cîhanê çê bike
Hevserokê PYDê Salih Muslim ragihand: "Rûxana Esed dibe karestek mezin him bo Sûriyeyê û him jî bo tevahiya cîhanê."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di gotûbêjekê de ligel rojnameya The Independent a Birîtanî got: "Rûxana Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bi destê tundrewên wek eniya El-Nusrayê û rêxistina DAIŞê dibe karesatek mezin bo Sûriyeyê û bo hemû cîhanê."

Salih Muslim herwiha amaje bi wê yekê jî kir: "Her çend em ligel Esed li ser yek bawerî û helwestê nînin, lê belê em ji wê yekê ditirin ku Esed were rûxandin û komên tundrew cihê wî bigrin. Em DAIŞ û El-Nusrayê li Sûriyeyê wek gefek mezin bo ser kurdan dibînin."

Derbarê destwerdana Tirkiyeyê de jî, Msulim ji wê rojnameyê de got:"Êrişên Tirkiyeyê bo ser Sûriyeyê û Iraqê bi awayekê di berjewendiya DAIŞê de ye."
Top