Tirkiyê bîlançoya 81 rojan aşkere kir: 1337 PKKyî û 129 leşker
Medyaya Tirkiyeyê belav kirine, ku çavkaniyek ji artêşa wî welatî bîlançoya şer û pevçûnên navbera leşkerên tirk û gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) aşkere kiriye.
Li gor wan agahiyan, çavkaniyê Artêşa Tirkiyeyê îdia kiriye ku di şer û pevçûnên navbera leşkerên tirk û gerîllayên PKKê de ji 22ê Tîrmehê ve heya 24ê Îlonê, 1 hezar û 337 gerîllayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor heman çavkaniyê, di vê heyamê de 129 leşker, polîs û cerdewan ji aliyê PKKê ve hatine kuştin.
Herwiha li gor çavkaniyê Artêşa Tirkiyeyê, di heyama navbera 22ê Tîrmehê heya 24ê Îlonê de 30 welatiyên sivîl jî di pevçûnan de hatine kuştin ku yek ji wan xelkê Îranê bûye.
Ji aliyekê din ve hat gotin, ku di operasyonên li dijî YDG-Hê de, ji 22ê Tîrmekê ve heya niha 2 hezar û 632 kes hatine desteserkirin ku piştre biryara girtina 748 kesan hatiye dan.
PKKê jî îro daxuyanî da
PKKê di daxuyaniyekê de ragihand, di heyama 24 saetên borî de gerîllayên wan 75 leşker û polîs ên Tirkiyeyê kuştine.
Hêza Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, di daxuyaniyekê de ragihand, di navbera 24 saetên borî de şer û pevçûnên dijwarê di navbera gerîllayên wan û hêzên Tirkiyeyê de çê bûne.
HPGê daxuyakirin, di heyama 24 saetên borî de di çend êriş û pevçûnan de li navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê, gerîllayên wan 75 leşker û polîs ên Tirkiyeyê kuştine.
Di daxuyaniya HPGê de herwiha tê gotin, ku di wan şer û pevçûnan de 14 gerîllayan jî jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
