• Thursday, 19 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî: Bexdayê 6 milyar dolarê Kurdistanê nedaye

Gulan Media September 27, 2015 Nûçe
Sefîn Dizeyî: Bexdayê 6 milyar dolarê Kurdistanê nedaye
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji 8 milyar dolarê Kurdistanê tenê 2 milyar şandiye û got, ji ber wê jî em neçar bûn bi serê xwe petrolê bifroşin.

Herêma Kurdistanê nêzîkî 3 mehan e bi serê xwe petrola xwe difroşe û ji bin nîrê Bexdayê derketiye.

Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser firotina petrola Kurdistanê ji televizyona Rûdawê ya Başûrê Kurdistanê re got, li gorî qanûna bûdceya sala 2015ê ya Iraqê diviya Bexdayê mehane yek milyar dolar bida Kurdistanê lê wisa nekir.

Sefîn Dizeyî da zanîn ku diviya Bexdayê 8 milyar dolar bida Kurdistanê lê tenê 2 milyar daye û got, ji ber wê jî Herêma Kurdistanê neçar ma ji 1ê Tîrmeha îsal de bi serê xwe petrolê bifroşe tenê rojane 150 hezar bermîlan dide Bexdayê.

Dizeyî ku vê carê bi cilûbergên kurdî daxuyanî dida, anî ziman ku ew her dem hewl didin bi rêya diyalogê nakokiyên bi Bexdayê re çareser bikin.

Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser wê yekê li hev kiribûn ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê û Bexda jî mehane milyarek dolar bide Hewlêrê.
Top