• Monday, 18 May 2026
logo

Hacî Ehmedî: Kurdan hişmendiya netewî nîne

Gulan Media September 26, 2015 Nûçe
Hacî Ehmedî: Kurdan hişmendiya netewî nîne
Hevserokê PJAKê Hacî Ehmedî ragihand: “Zêdetirî 200 salan e em wek kurd şoreşê dikin û nagihîjin encamê. Pêwîst e em ji sedemên wê yekê bipirsin. Ehmedî herwiha got: Hişmedniya Netewî li cem me Kurdan nîne.”

Duh 15emîn kongreya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belîjkayê, Brûksel, dest pê kir û nûnerên partiyên her 4 parçeyên Kurdistanê û çend kesatî û rewşnbîr tevlî kongreya KNKê bûn.

Di berdewamiya birêveçûna kongreya KNKê de Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hacî Ehmedî gotarek pêşkêş kir.

Hevserokê PJAKê Hacî Ehmedî di axavtina xwe de ragihand, ku kurd ji mêj ve xebat û şoreşê dikin, lê belê heya niha negihîştine armancê û rastî şikestinê hatine û ew yek rexne kir û da xuyakirin ku pêwîst e derbarê wê çendê de lêkolînê bê kirin.

Hacî Ehmedî da xuyakirin, ji bo ku kurd serkevtinê bidest bixin pêwîst e Hesta Netewî, Yekîtiya Netewî û Himendiya Netewî li cem Kurdan hebe û tekez kir, ku hesta netewî heye, lê belê yekîtiya netewî di astek baş de nîn e û hişmendiya neteweyî jî li cem Kurdan nîne.

Hacî Ehmdî amaje bi pêkhatina 30 şoreşên gelê kurd kir û got ku kurd ji 200 sal berî niha ve şoreşê dikin, lê belê şikestê dixwin û ligel wê çendê dijmin nekariye kurdana jinav bibe û asîmîle bike, ji ber ku hesta netewî li cem gelê kurd heye.

Ehmedî tekez kir, ku li cem kurdan hişmendiya netewî nîne û ragihand, ku ew jî ji ber wê yekê ye ku kurd ezmûnê li dîroka xwe wernagrin.

Ehmedî wiha got: “Em kurd qet ezmûnê ji dîroka xwe wernagrîn. Ti şoreşekê mifa û ezmûn ji şoreşeke berî xwe wernegirtiye û her ji ber wê jî hertim şikestinên şoreşên me kurdan dubare bûne.”

Hevserokê PJAKê got: “Heya niha lêkolînek hûr li ser ti şoreşek kurd nehatiye kirin û nehatiye nirxandin ka gelo wê şoreşê çima dest pê kir û çima rastî şikestinê hat.”

Hacî Ehmedî rexne li lojîka siyasetvan û partiyên kurdî girt û got: “Em wisa hizir dikin ku em ti şaşiyayan nakin û em bi nêrînek rexneyî behsa dîroka xwe nakin. Eger şaşiyek nebiba, ew hemû şikestin û karesat çênedibûn. Çima me şikest war? Tiştekê sosret e ku em kurd ti carî şaşiyê nakin”

Ehmedî behsa wê yekê jî kir ku heya niha jî behsa Komara Kurdistanê bi nêrînek exneyê nehtaiye kirin û destnîşan kir ku heya niha jî dibêjin Rûsya xiyanet li Kurdan kir û Stalîn ji pişt ve xencer li kurdan da.

Ehmedî herwiha anî ziman ku derbarê Şoreşa Îlonê de jî bi hemna awayî ye û got: “Heya niha jî em her dibêjin Amerîkayê xiyanet li kurdan kir û Şah xencer li me da. Lê belê heya niha şoreşek kurd nehatiye nirxandin ku gelo çima rastî şikestinê hat. Ez nikarim behsa aşbetalê bikim. Heya niha jî em nikarin bêjin ew şoreş sernekevtiye, ji ber ku nehatiye qebûlkirine ku me li wir şikest xwar.”

Hevserokê PJAKê amaje bi şoreşa Îranê û ew derfta ku di 34 salên borî de li Rojhialtê Kurdistanê ji dest kurd çû, kir û desnîşan kir: “Li îranê heya niha em nizanin em çima sernekevtin. Eger em serkevtî bûn, êdî em li Koye û Zirguwêzê çi dikin? Eger jî em serkevtî nebûn çima em ji sedemên wê napirsin û ji gelê xwe re nabêjin ewa ku 30 sal e bi ser de derbas dibe.”

Hacî Ehmedî ew lojîka kesatiyên siyasî û partiyên kurdî rexne kir û tekez kir, ku pêwîst e dîroka şoreşên gelê kurd were lêkolînkirin û got: “Pêwîst e em şirove bikin û binirxînin. Pêwîst e em sedemên şikest û sernekevtina xwe ji gel re bêjin.”

Hacî Ehmedî behsa bûyerên Şingalê jî kir û ragihand, ku karesata Şingalê ji ber nebûna hmendiya netewî çê bû û niha hêdî hêdî ew karesat ji bîra Kurdan diçe û tê jibîrkirin.

Hevserokê PJAKê di beşeke din a axavtina xwe de rexne li KNKê jî girt ku çalakiyên pêwîst bi hişmendiya netewî pêk neanîne û pirs ji rayedarên KNKê kir: “Ez ji we dipirsim we wek KNK û endamên me çend civîn û semînar li Ewropayê bo gelê kurd lidar xistine da ku hişyariya neteweyî çê bibe. Eger hişmendiya netewî nemîne karesat dê dubare bibin.”

Hacî Ehmedî rexne li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî girt û got, hikûmetê li Başûrê Kurdistanê opozisyon nehêlaye û her partiyek ku kursiyek jî hebe wezaretekê didin wê û ew jî dengê xwe nakin.

Ehmedî destnîşan kir, ku bi vî awayî welat pêş nakeve û nerîna rexneyî namîne.

Kongreya KNKê duh 25ê Îlonê li bajarê Brûksel a Belcîkayê dest bi karên xwe kir û dê 3 rojan bidome. Tîma Rûdawê jî li cihê kongreyê ye û kongreyê dişopîne.

Rudaw
Top