Kiliçdaroglu rexne li PKK’ê digre
Serokê Giştî yê Partiya Komarîxwaz ya Gel Kemal Kiliçdaroglu bo beşa Tirkî ya BBC axivî û got ku ragehandina xweseriyê ji aliyê HDP’ê ve xismet li aştiyê nake. Kiliçdaroglu herwiha helwesta hikûmetê ya biryara komkirina sandûqên dengdanê yên li Kurdistanê jî rexne kir.
Kiliçdaroglu derbarê biryara yekkirin û komkirina sandoqên hilbijartinê yên li Bakûrê Kurdistanê de got; ”Ez vê rast nabînim. Biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan heye. Heger desthilat nikare ewlekariya sandoqan biparêze, hingî desthiladariya wê jî cihê şik û gumana ne.”
Kiçdaoğlu ev biryar weke bê hiqûqî binav kir û diyar kir ku divê ev mijar di parlamenê de bê çareserkirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê îdîa kir ku polîtîkayên PKK’ê û Serokomarê Tirkiyê Erdogan weke yek in û got; ”Çalakiyên PKK’ê zirar didin HDP’ê. Armanca çalakiyan ewe ku HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne.”
Kemal Kiliçdaroglu rexne li ragehandina xweseriyê ya şaredariyên HDP’ê jî girt û daxuyand ku jixwe li gor yasayan şaredarî xwesr in lê divê hesabê bidin desthiladariya navendî. Kiliçdaroglu got ku bi vê awayî ragehandina xweseriyê xizmetê aştiyê nake.
Basnews
