Rojavayê Kurdistanê di metirsiyê de ye
Ji ber berdewambûna şepêla koçkirina Rojavayê Kurdistanê ber bi derve û bi taybetî welatên Ewropayê, rewşek metirsîdar li Rojavayê Kurdistanê çê bûye.
Li gor agahiyan ligel zêdebûna şepêla koça Kurdan, niha metrisî li ser guherîna demografiyê ya Rojavayê Kurdistanê derketiye pêş.
Hejmarek koçberên Rojavayê Kurdistanê û herwiha yên Sûriyeyê ku niha li Athina ya paytextê Yûnanistanê ne, ji Rûdawê re axivîn û behsa sedemên koçkirina xwe kirin.
Wan koçberan gotin, ku ew ji ber tirsa ji Hikûmeta sûriyeyê, şerê DAIŞê û herwiha leşkeriya neçar neçar bûne ku koç bikin.
Rudaw
