• Thursday, 19 February 2026
logo

Iraq: Gerek kurd bi xwe biryar li çarenivîsa xwe bidin

Gulan Media September 26, 2015 Nûçe
Iraq: Gerek kurd bi xwe biryar li çarenivîsa xwe bidin
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî ragihand, ku kurd bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe didin, lê belê li Iraqê mafê wan hatiye dan.

Îbrahîm Ceiferî îro 25ê Îlonê di semînarekê de li Washingtonê ku ji aliyê dezgeha CFR hatibû lidarxistin, got: “Arîşeyên navbera Bexda û Hewlêr gellek mezin nînin û tên çareserkirin.”

Îbrahîm Ceiferî derbarê egera ragihandina serxwebûna Kurdistanê de jî ragihand: “Ez nikarim li cihê wan biryarê bidim, lê wan li Iraqê mafên xwe wergirtine.”

Ceiferî herwiha daxwaz ji wan welatên ku kurd tê de dijîn (Îran, Tirkiye û Sûriyeyê), kir ku berê xwe bidin ezmûna serkevtî ya Iraqê û mafên welatiyên xwe yên kurd bidin.

Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha behsa pêwendiyên navbera Iraq û Îranê kir û da xuyakirin: “Me dijminek hevbeş heye ku terrorism e. herwiha me wek Iraqê stratîjek nû bo siyaseta derve daniye ku li ser wê bingehê ye ku bi bêalî û bi awayekê serbixwe reftarê ligel hemû welatan bikin. Bo mînak Tirkiye û Sûriye arîşeyên gellek zêde di navbera wan de heye, lê belê em hewl didin ligel her du welatan pêwedniyên me baş bin.”

Îbrahîm Ceiferî amaje bi şerê li dijî DAIŞê jî kir û got: “Eger hûn wisa hizir dikin ku ew şerê niha, di navbera du artêşan de ye û şerekî klasîk e, hûn şaş in. DAIŞ şerekê nû dike. Herwiha neviyê çarem a terorîstan ji neviyê sêyem a wan xetertirin.”

Ceiferî got: “Teroîst ji Iraqê ve diçin Sûriyeyê û li wir şer dikin. Piştî demekê heman ew kes tên û li Iraqê şer dikin.”

Ceiferî tekez kir: “Artêşa Iraqê kariye gefa DAIşê li ser Bexdayê nehêle û ber bi bakurê Iraqê ve yanî Mûsilê wan paşve bibe.”

Derbarê kirîza Sûriyeyê de jî Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir: “Em piştevaniyê li hemû hewlekê dikin ku bixwaze kirîza Sûriyeyê çareser bike. Ew kirîza ku li Sûrriyeyê heye, dibe ku hêdî hêdî derbasî cihên din jî bibe.”

Rudaw
Top