• Monday, 18 May 2026
logo

‘Îbadî dixwaze hêzek Erebî li Kerkûkê ava bike’

Gulan Media September 25, 2015 Nûçe
‘Îbadî dixwaze hêzek Erebî li Kerkûkê ava bike’

Hate zanîn ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî bi armanca rizgarkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê dixwaze hêzek Erebî ava bike. Fermandarê Pêşmerge yê Kerkûkê Selah Delo jî diyar kir ku ew qebûl nakin hêzek duwem hebe li Kerkûkê.

Li gor zanyariyên BasNews Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî biryar daye ku piştî cejnê ligel nûnerên Ereb ên Kerkûkê bicive û amadekarî bo avakirina hêzek çekdarî yên Ereb bide.

Derbarê mijarê de Nûnerê Erebên Kerkûkê li Parlemena Iraqê Xalid Mefrecî jî dezgehên ragehandinê re aşkere kir ku biryar bû ku Heyder Îbadî di vê hefteyê de bi armanca avakirina hêzek Ereb li herêmê, ligel wan bicive. Navborî got lê ev civîn jiber cejna qurbanê hatiye paşxistin.

Mefrecî diyar kir ku ji bo operasyona Hewîce heta niha 700 kesên xwebexş li serbazgeha Leylanhatine perwerdekirin.

Ji aliyê din ve Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Selah Delo bo BasNews ragehand ku ew qebûl nakin ku hêzek din ê çekdar li Kerkûkê hebe. Delo got: ”Kerkûk ji aliyê Pêşmergeyan ve tê parastin. Ji lewra avakirina hêzek wesa dibe gef li ser ewlekariya Kerkûkê û ev jî bo me xeta sor e.”

Basnews
Top