• Thursday, 19 February 2026
logo

Hejmara miriyên karesata li Hecê gehişte 717 kesan

Gulan Media September 25, 2015 Nûçe
Hejmara miriyên karesata li Hecê gehişte 717 kesan
Li bajarê Mîna yê Erebîstanê, di dema kevirbarankirina şeytên de 717 hecî mirin û 450 kes jî birîndarbûn.

Li bajarê Mîna ya Erebîstana Suudî, li cihê bêhnvedana heciyan xewse û îzdîham çêbû. Di encam de 717 kesan jiyana xwe jidestdan û 450 kes jî birîndarbûn.

Rêveberiya Bergiriya Medenî alîkarî dide ji bo rizgarkirina birîndaran. Bajarê Mînayê 5 km dûrê Mekkeyê ye û 16o hezar çadirên heciyan lê heye. Hecî ji bo kevirbarankirina şeytan têne vê derê.

Di roja 11’ê Îlonê jî li Kabeyê wîncek qulupî bû û di encam de 107 haciyan jiyana xwe jidest dabû.

Di sala 2006’ê de jî îzdiham çêbibû û 360 haciyan jiyana xwe jidest dabûn.

Basnews
Top