Merkel: Divê Esad jî beşdarê danûstandinan bibe
Merkel piştî civîna serokên Yekîtiya Awropayê ya derbarê pirsa penaberan axivî û daxuyand ku divê qeyrana li Suriyê bê çareserkirin.
Serokwezîrê Almanya ragehand ku divê Esad jî beşdarê danûstandinên ji çareseriyê bibe û got; ”Divê em ligel gelek aktêran biaxivin. Ne tenê DYA û Rûsya. Divê Îran, welatên Sunne û herwiha Esad jî di nav de bin.”
Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Suriyê û penaberiya xelkê vî welatî, kesên ku ji bo çareseriyê piştgiriya mayîna Esad dikin zêde dibin.
Wezîrê Karê derve yê DYA John Kerry jî hefteya borî ragehandibû ku heger Rusya Esad bîne ser mêzê, ew amadene ku ligel wî jî danûstandinan bikin. Herwiha gotibû, rojeva yekem ne çûna Esad e.
Basnews
