Demîrtaş: Bila AKP nebêje Bismillah bila bêje Tobe Estexfurullah!
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, ku ji şeva borî ve li Amedê ye, nimêja cejna Qurbanê li Amedê kir. Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî li Amedê ye û wî jî nimêja cejnê li Amedê kir. Demîrtaş û Davûtoglu piştî nimêjê daxuyanî û peyam dan.
Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak li ser naveroka gotinên Davûtoglu got, Davûtoglu zêdetir behsa Amedê kir û got, Amed ne bajarekî xerîbe ji bo min, ez her gava ku têm Amedê bêyî diyarî venagerim…
Li gorî agahiyên Dekak, Davûtoglu diyar kiriye ku ew ji bo hilbijartinan nehatiye Amedê tenê “ji bo wergirtina dersê” hatiye Amedê.
Dekak li ser naveroka gotinên Demîrtaş jî axivî û got, Demîrtaş zêdetir siyasî axivî û behsa hilbijartinên kir û got, nabe sindoqên hilbijartinê ji cihên xwe bên veguhestin divê her kes mîna hilbijartinên 7ê Hezîranê li cihê xwe deng bide.
Peyamnêrê Rûdawê her wiha got, Demîrtaş li ser strana AKPê ya ku ji bo hilbijartinên 1ê Mijdara îsal hatiye amadekirin jî axivî û şîretek wiha li AKPê kir: Li şûna ku strana we bi “Haydê Bismillah” dest pê bike bila bi “Tobe Estexfurullah” dest pê bike!
Komek welatiyên Amedê jî li ser serdana Davûtoglu û Demîrtaş bo Amedê ji Rûdawê re got, em dixwazin Demîrtaş û Davûtoglu hev bibînin. Em aştiyê dixwazin û şer naxwazin…
Navê strana AKPê ya hilbijartinên 1ê Mijdarê “Haydê Bismillah” e lê ew stran ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve hatiye qedexekirin.
Rudaw
