Dêrsim – Şerekî giran di navbera PKK û hêzên Tirk de derketiye
Îro danê sibê li gundê Batmanê yê Dêrsimê, piştî ku gerîlayên PKKê êrişî qereqoleke artêşa Tirk kirin, di navbera wan û hêzên Tirk de şer derket.
Li gorî agahiyan, helîkoperên leşkerî yên Tirk jî ew deverên ku tê texmînkirin gerîla lê hebin didin ber rokêtan.
Walîtiya Dêrsimê jî li ser bûyerê daxuyanî da û ragihand, di şer de tiştek bi hêzên Tirk nehatiye lê heta niha şer û operasyon didome.
Rudaw
