• Thursday, 19 February 2026
logo

Berdevkê NY : Em dizanin gellek penaber li Herêma Kurdistanê hene

Gulan Media September 23, 2015 Nûçe
Berdevkê NY : Em dizanin gellek penaber li Herêma Kurdistanê hene
Berdevkê fermî yê Netewên Yekbûyî (NY) Stîvan Dujarîk ji Rûdawê re got, em dibînin û dizanin ku Herêma Kurdistanê çawa gellek koçber û penaber hewandiye.

Berdevkê NY Stîvan Dujarîk, li navenda giştî ya NY li New Yorkê ji Rûdawê re axivî û got, em dibînin û dizanin ku Herêma Kurdistanê ewqas koçber hewandiye. Em her wiha dizanin ku gelên Iraq, Ordun, Libnan û Tirkiyê çiqasî dil bi rehm in. Divê ew bibin mînak ji bo tevahiya cîhanê.

Ev daxuyaniya berdevkê NY di demekî de tê dayîn ku wezîr û serokên welatên Yekitiya Ewropayê dema behsa welatên ku koçber û penaber hewandine, dikin qet behsa Herêma Kurdistanê nakin.

Li Herêma Kurdistanê milyonek û 800 hezar koçber û penaber heye.

Berdevkê NY her wiha ji Rûdawê re got, ew biryarên ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve ji bo koçber û penaberan tên dayîn divê hîn zêdetir alîkariya koçberan bikin û keramet, maf û hurmeta koçberan jî biparêzin.

Rudaw
Top