• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Çar mehe hevkarî bo pêşmerge nehatiye

Gulan Media September 23, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Çar mehe hevkarî bo pêşmerge nehatiye

Mesrûr Barzanî dibêje çar mehe hevkariya cîhanî bo pêşmerge nehatiye.

Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya li tora civakiya twitter gezinde ji hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê kir û nivîsand: Ew çar mehe ti hevkariyeke cîhanî bo hêzên pêşmerge nehatiye şandin.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kiriye ku beriya çar mehan hevkariya dawî ya bo hêzên pêşmerge hatiye şandin lêbelê rawestandina şandina hevkariyan cêyê pirsê ye.

Barzanî nivîsandiye: Terorîstên DIŞIê li çar deverên cuda li dijî hêzên pêşmerge çekên kîmiyayê bikar anîne lê heta niha bi tenê hezar maskên ( dempûş) kîmiyayî bo hêzên pêşmerge hatine şandin.

Barzanî tekez li ser vê yekê kiriye ku hêzên pêşmerge heta niha hezar û 300 şehîd dane û piraniya wan şehîdan jî jiber mîn û bombeyên vedayî şehîd bûne lewre lazime hevpeymaniya cîhanî hevkariya hêzên pêşmerge bike.
Top