Kurdistan 700 hezar bermîlên petrolê dişîne derve
Cîgirê Serokê Komîteya Samanên Sirûştî yê Parlemana Kurdistanê Dilşad Şeiban ragihand, Herêma Kurdistanê niha rojane 700 hezar bermîlên petrolê hinardeyê derve dike.
Dilşad Şeiban got, ku Kurdistan niha wê rêjeya petrolê dişîne bender Ceyhan a Tirkiyeyê û ji wê rêjeyê 550 hezar bermîlên petrolê ji bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê û 120 heya 150 hezar bermîlên petrolê ji bîrên Kerkûkê tê şandin.
Şeiban got, Herêma Kurdistanê dikare heya dawiya îsal 900 hezar bermîl dişîne derve.
Dilşad Şeiban got, Bexda pabendî rêkevtina pişka bûdceya Kurdistanê nabe û ji ber wê jî hikûmeta herêmê dê li ser firotina petrolê bi awayekê serbixwe berdewam dibe.
Pişka Kurdistanê ji bûdceya Iraqê li gor yasayê %17 dibe, lê Bexda ji sala 2014an ve bûdceya Kurdistanê nade.
