• Thursday, 19 February 2026
logo

Salih Muslim careke din bû hevserokê PYD`ê

Gulan Media September 22, 2015 Nûçe
Salih Muslim careke din bû hevserokê PYD`ê


Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê di şeşemîn kongireya xwe de carek din Salih Muslim weku hevserokê PYD hilbijart.

Yek ji endamên kongireya PYD ji malpera PUKmedia`yê re ragihandiye ku, endamên kongirê her yek li Salih Muslim û Asya Abdula weku hevserokên giştiyê PYD hilbijartine.

Şeşemîn Kongireya PYD li bajarê Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê di roja duyemîn de berdewame û dê desteyek birêvebirinê jî were hilbijartinê.

Xendan
Top