• Thursday, 19 February 2026
logo

DAIŞê rojnamevanekî girtî yê Rûdawê serbest berda

Gulan Media September 22, 2015 Nûçe
DAIŞê rojnamevanekî girtî yê Rûdawê serbest berda
Rêxistina Dewleta Îslamî ya naskirî bi DAIŞ, doh 21ê Îlonê wênegirê Rûdawê Mesûd Eqîl serbest berda.

Duh21ê Îlonê hevkar û rojnamevanê Rûdawê Mesûd Eqîl ji aliyê DAIŞê ve hat berdan.

Mesûd Eqîl hevkarê tora medyayî ya Rûdawê bû û wek wênegir li sînorê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kar dikir. Eqîl ew heyama 10 mehan bû li cem rêxistina DAIŞê girtî bû.

Li gor agahiyan, rojnamevan Mesûd Eqîl di encama rêkevtina navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rêxistina DAIŞê ya bo guhertina dîlan de hatiye berdan.

Di roja 15ê Befranbar a sala 2014an her du rojnamevanên Rûdawê Mesûd Eqîl û Ferhad Hemo ku her du xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, li ser rêya Qamişlo-Tilkoçer ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin.

Hêj rojnamevanekî din ê Rûdawê Ferhad Hemo di destê çekdarên DAIŞê de girtî ye.
Top