• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

Gulan Media September 21, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

Rêzdar Mamostayên Olî

Silavên Xwedê li ser we bin

Bi helkefta 45 saliya damezrandina Yekîtiya we germtirîn pîrozbahiyê li we û hemû zanayên ola pîroza Îslamê li tevahiya Kurdistanê dikim.

Bi dirêjahiya xebata rizgarîxwazên Kurdistanê, rola mamostayên olî her pêşewayetî û serkirdane bûye û li sengerê pêş yê bergirîkirina li ax û gelê xwe bûn. Rola geş ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê jî li rûpelên dîroka xebata gelê me da çespaye, li niha jî ku bîra tundrewiyê hereşe li gelê me û hemû mirovayetiyê dike, rola mamostayên olî gelek hestiyare, ji wê yekê dilniyayîn ku mamostayên olî li Kurdistanê amadene bi giyanê Pêşmergane ve bergiriyê li axa Kurdistanê û kerameta xelkê Kurdistanê bikin, li heman demî da erkê weye rê li belavbûna bîra tundrewiyê û tekfîra li nav gelê me bigrin.

Hêvîdarim li ser wê rêbaza xwe ya pîroz berdewam bin ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û ola pîroza îslam û hişyarkirina xelk li ser bingeha xweşdiviya nîştiman û lêborînî û rawestana dijî bi diyardeya teror û dijî hemû wan bîr û kirdaran bin ku berevajiya rewayetiya ola îslam û bihayên mirovayetiyanin û armanca wan bi karanîna ole ji bo bi destanîna destkeftên dinyayî.

Xwedayê mezin pişt û penaya we bê.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/09/2015

Top