Mehmûd Osman: Gel çavkaniya desthilatan e û pêwîst e gel serokê xwe hilbijêre
Mehmûd Osman derbarê her du projeyên her 4 partiyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel yên li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de ji PNA re got: Min ji mij ve gotiye û ez di vê baweriyê de me ku gerek serok di nava gel de bê hilbijartin û xwediyê desthilat be jî.
Osman derbarê projeya her 4 partiyan de ku serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin lê belê bê desthilat be û tenê protokolî be, wiha got: Ez di gel wê pêşniyarê de nînim û bi tişteke nerast jî dizanim. Ez nizanim çawan wisa kirine ku berovajî be û serokê hilbijartî di nav parlemanê de xwedî desthilatek zêdetir be ji serokek ku gel destnîşan bike.
Osman tekez kir, ku li hemû cîhanê serok eger di nava gel de bê hilbijartin desthilatên wê zêdetir in û ew projeya her 4 partiyên Başûrê Kurdistanê tiştek nedirust e.
Mehmûd Osman herwiha destnîşan kir, ku parleman nûneratiya partiyên siyasî dike. Osman got, ku gel çavkaniya hemû desthilatan e û ji parlemanê mezintir û berfirehtir e, ji ber wê yekê jî serok di nav gel de bê destnîşankirin, baştir e û lazim e ku xwedî desthilat be jî.
Siyasetmedarê navdarê kurd Mehmûd Osman da xuyakirin, ku pêwîste erk û desthilatên serok jî werin diyarkirin û di destûrê de bên bicihkirin. Osman got, ku ew yek jî karê Komîteya Nivîsandina Destûrê ye ku mixabin niha nayê zanîn ku kar dike yan na.
Osman herwiha hêvî kir ku her 4 partiyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel ligel PDKê lihev bikin û civînên derbarê kirîza serokatiyê de êdî dirêjtir nebin.
