Yasaya HAN a parlamena Iraqê û helwesta kurd
Ev yasaya ku hem ji alî DYA û Îngilîstan ku bi ser balyozên xwe yên Bexdayê ragihandin, ji hêla aliyên sunne û her wiha Serokwezîr Haydar Îbadî ve tê piştgirîkirin. Di vê babetê de sekna her aliyan diyar e, lê belê ya ne diyar sekna kurdan e. Ji bo di derbarê vê yasayê de em helwesta kurdan têbigihîjin û bizanibin gelo ev yasa ji bo kurdan tê çi wateyê, ziyan an jî sûda vê yasayê li kurdan dibe yan ev yasa ji bo kurdan xaleke nêtar e, me bi Parlamantê Lîsta Kurd ê Parlamena Iraqê Rênas Cano re dîdariyek kir.
Şîa û li ser HAN’ê ne biryardar in
Ev demek e, li Parlamena Iraqê li ser yasaya HAN’ê nîqaşên rikber têne kirin. Ev yasaya ku piştî ketina Mûsilê û her wiha bêkêriya Artêşa Iraqê ya li parêzgeh û bajarên Iraqê ketibû rojevê, ji alî şîayan ve wek xeta sor tê nîşankirin û aliyên şîa vê yasayê wek yasaya perçebûna Iraqê radigihînin.
Ev yasaya ku niha li Parlamena Iraqê ji bo pesendkirinê daniştina wê tê kirin, li her herêmên Iraqê sazkirina yekîneyên asayîşê yên herêmî ku wek Hêzên Niştimanî têne binavkirin ferz dike. Ev hêz wê asayîşa bajaran pêkan bikin û wê pêwendiya navbera herêman û Artêşa Iraqê saz bike. Wê artêşa Iraqê destê xwe ji dabînkirina asayîşa Parêzgeh û bajaran vekêşe û wê tenê ji bo şerên mezin bê rêkûpêkkirin. Di rewşên awarte ên wek ji alî hêzeke din ya derve dagirtina parêzgeh û bajaran de wê artêş aw herêman rizgar bike, lê piştî rizgarkirinê wê asayîşa parêzgeh û bajaran dîsa radestî van hêzan bike.
Parlamennê Lîsta Kurd a Parlamena Iraqê Rênas Cano diyar kir ku beriya niha jî çend caran yasaya HAN’ê di parlamena Iraqê de hatiye rojevê, lê ji ber ku partiyan li ser kêkeftinekê li hev nekirine hatiye taloqkirin, vê carê jî partiyên şia li dij vê yasayê derdikevin û yasayê wek xala perçebûna Iraqê didin nasîn. Cano got: “Aliyên şîa beriya niha bi xweşbînî nêzîkî vê yasayê dibûn, lê ji ber ku di naveroka wê de hin guherîn hatin kirin îro ew aliyên şîa vê yasayê wek xeta xwe ya sor destnîşan dikin”
Kurd dixwazin Pêşmerge kontrola ‘Herêmên bi nakok’ bikin
Di derbarê helwesta kurdan a li ser vê yasayê jî Rênas Cano da zanîn ku ji bo kurdan çend xalên grîng ên vê yasayê hene û van xalan wiha anî ziman: “Yek jê ev e; Herêmên ku di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser rêveberiya wan biryarek hevbeş nehatiye stendin, ango ‘Herêmên bi nakok’ ku di maddeya 140 a destûra Iraqê de rêya çareseriya wan hatiye destnîşankirin bikevin bin kontrola Hêzên Pêşmerge. Ya duyem; Daxwaza me ew e ku mafê hemû pêkhateyên Iraqê çi be, li gor ew mafê xwe di nav HAN’ê de cih bigirin. Ya sêyem jî ev e; Gelo ev hêz wê di bin desthilata Waliyên parêzgehan de bin yan di bin desthilata Serokwezîr yan Wezîrê Navxwe de bin? Ev jî di xwe de aloziyekê peyda dike, çimku sunne û kurd daxwaz dikin ku ev hêz di bin desthilata parêzgeh an jî civata parêzgehan de bin. Her wiha li ser rola van hêzan jî nîqaş têne kirin. Li gor yasayê karê azadkirina parêzgeh an jî herêkan karê Artêşa Iraqê ye lê karê paraztina parêzgehan karê HAN’an e.
Her wiha tê gotin ku HAN’ ji bo rizgarkirina hin parêzgehên din ger ku bixwazin wê dikaribin biçin û beşdarî şerê rizgarkirina parêzgehên din jî bibin. Ev tê wê wateyê; wê hêzên ji Samara, Besra, Kerkûk û Hewlêrê ji bo rizgarkirina Anbarê alîkariya Anbarê bikin, lê piştî rizgarkirinê hêzên Anbarê asayîşa xwe pêk bînin” Rênas Cano her wiha da zanîn ku bêtirî hêzên navxweyî û DYA û Îngilîstan jî hewl didin ku ev yasa bi vî awayî bê pesendkirin, lewre tê go ku bi vî awayî wê Artêşa Iraqê yekdest bibe û wê dikaribe xwe ji bin bandora milîşeyên wek Heşdî Şabî rizgar bike.
Aliyên şia xwestin vê yasayê ji bo xurtkirina Heşdi Şabi bikar bînin
Parlamentê Lîsta Kurd ya Parlamena Iraqê Rênas Cano, di derbarê guherîna helwesta aliyên şîa de jî anî ziman ku, di destpêkê de wan xwestiye bi ser vê yasayê re zemîneke yasayî pêkan bikin da ku milîşeyên şîa yên wek Heşdî Şabî xurtir bikin, lê belê piştî guherîna naveroka vê yasayê, aliyên şîa li dij vê yasayê derketine û yasayê wek xala perçebûna Iraqê dane destnîşankirin.
Cano got: “Lê belê li Iraqê gellek pêkhateyên din hene. Sunneyên ku ji Bexdayê xeyidîne hene û ji ber vê yekê aliyên navxweyî yên derî şiayan û hêzên mezin ên derve jî nexwestin ku ev yasa li gor şiayan pêk bê. Ji ber vê yekê niha şîa li dij vê yasayê derdikevin û dibêjin; Di vê yasayê de daxwazên me tune ne” Li ser pirsa me ya di derbarê angaşta Koma Bedr ya Şîa ku dibêjin ev yasa di siberojê de pêşî li perçebûna Iraqê vedike jî Cano got: “Rast e, şîa dibêjin ev yasa ji bo mercên îroyîn yên şer dibe ku sûdwer be, lê ji bo siberojê dikare Iraqê perçe bike. Lê belê ger ku îro Iraq neyê parastin wê perçebûna wê nemîne siberojê û wê îro perçe bibe.
Ev yasa bandor li kurdan nake
Di derbarê pesendkirin û egeriya bandora erênî yan neyênî ya li ser kurdan a vê yasayê de jî Rênas Cano da amaje pê kir ku Hêzên Pêşmerge wek hêmaneke parastinê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê(RHK) di destûra Iraqê de wek hêzeke yasayî ya Iraqê cih digire. Ji ber vê yekê her çiqas di hin xalên ve yasayê de têkilî bi hêzên Pêşmerge hebe jî ev yasaya HAN’ê nikare bandoreke neyênî li ser RHK’ê bike. Cano got: “Yasaya ku erk û rola Hêzên Pêşmergeyên RHK’ê destnîşan dike derî vê yasayê ye û ew yasa di cihê xwe de ye û nayê guhertin. Lê belê nîqaşên li ser yasaya HAN’ê parlamen û siyaseta Iraqe asê kiri ye û nahele ku reyek çareseriyê bê peydakirin”
Leşkeriya ferz hate betalkirin
Rênas Cano di dawiya axaftina xwe de pergala leşkerî ya kevn a Iraqê û pergala nû pergî hev kir û da zanîn ku di dema rejîma baasê de pergala leşkerî leşkeriyê li ser hemû mêrên ku 18 salên xwe tije dikirin ferz dikir, lê belê piştî hilweşîna rejîmê ya sala 2003’yan hemû ew pêkanînên şoreşa baasê hatin terikandin û pergaleke din ya leşkerî ya leşkeriya pereyî ango leşkeriya mûçeyî hatiye pejirandin. Cano got: “Niha dîsa hin kes derdikevin bi ser lawaziya Artêşa Iraqê ve pergala pereyî rexne dikin û dibêjin bila leşkerî ji nû ve bibe erkeke ferz. Her wiha li Herêma Kurdistanê jî çend caran pêşniyaz hatin kirin ku xizmeta leşkeriya welat bibe erkekî ferz. Hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li Iraqê di derbarê vê babetê de nêrînên ji hev cuda hene û gellek caran ev nêrîn derdikevin pêşberî raya giştî. Le belê bi raya min ev tişt ji pêkanînê dûr e. Şert û merc rê nadin ku leşkerî ji nû ve bê ferzkirin. Ev dûrî rastiya civakî û siyasî ya niha ye”
Basnews
