• Thursday, 19 February 2026
logo

HRW: Milîsên şîe mîna DAIŞê ne

Gulan Media September 21, 2015 Nûçe
HRW: Milîsên şîe mîna DAIŞê ne
Human Rights Watch di nûtirîn rapora xwe de milîsên şîe yên ku Hikûmeta Iraqê piştgiriya wan dike, wek hêzekî wêranker bi nav kir û ragihand ku, piştî DAIŞê wan milîsan Iraq wêrantir kiriye.

Rapor ji 60 laperan pêk tê, ku pişta xwe bi wêneyên setelaytê girêdaye û ragihand, pişte derketina DAIŞ ji bajarokê Tikrît yê parêzgeha Selahedîn ku xelkê wê sunî ne, milîsên şîe yên Hizbullah û Esayib Ehilul Heq 200 welatî revandine, ku jin û zarok di nava wan de ne û heta niha 160 ji wan winda ne.

Rêvebirê wê rêxistinê, Joe Stork di daxuyaniyekê de ragihand: “Dibê Hikûmeta Iraqê wan milîsên ku êrişî mal û halê welatiyên sunî dikin û dirûxînin, ceza bike.”

Rapora HRW ragihand ku, ew milîs pereyan ji hikûmetê werdigirin, lê hikûmet nikare wan kontrol bike û lêpirsînê li wan bike.

HRW wiha got: “Li bajarokê El Dûr ê parêzgeha Selahedîn ku 120 hezar kes tê de dijîn, piştî ku ket destê Artêşa Iraqê de wan jî da destê milîsên şîe, wan milîsan jî li şûna xwe 60 mal û dukanê şewitî hiştin.”

Welatiyekî wî bajarokî ji HRW re gotiye, “Me El Dûr şewitand û wêran kir, ji ber ku xelkê wê baisî û DAIŞî ne.”

Herwiha li gorî wê raporê, wan milîsan tenê li Tikrîtê 1400 mal û avahî wêran kirine, ew jî bi bê ti sedemekê û bi qest ew kar kirine.

Di beşekî dinê vê raporê de, HPW daxwaz ji welatên cihanê bi taybetî Amerîka û Îran dike ku di pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Iraqê de, piştrast bin ku ew çek ne li dijî xelkê sivîl de bikar tên. Herwiha divê komîteyek bo çavdêriya binpêkirinên wan milîsan pêk were.

Rudaw
Top