‘Rûsya şaşiyeke mezin dike ku alîkariya Pêşmerge û YPG’ê nake’
Li gor nûçeya malpera Sputnik Serokê Navenda Lêkolînkirina dewletên Rojhilata Navîn û Asya Navendî Semyon Bagdasarov gotiye, pêwîst e Rûsya hikumeta Sûriye qanê bike ku mafê otonomiye bide Kurden Rojavaye Kurdistanê.
Herwiha gotiye, çawa ku Rûsya piştgiriya serbazî û teknîkî bi rejîma Sûrî dide, pêwîst e bi YPGê re be.
Bagdasarov tekez dike ku, Rûsya şaşiyeke mezin dike, ku alîkariya serbazî û teknîkî li Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê nake û wiha dibêje; “Di şerê DAIŞ`ê de faktora Kurdî hem li Iraqê, hem jî li Sûriyeyê pir giring e. Li Kurdistana Sûriyê hejmara şervanên YPG digihêje 45-50 hezarî û ew li dijî DAIŞ`ê şerekî serkeftî dimeşînin û pêwîst e YPG di hevpeymaniya dijî DAIŞ`ê de cih bigre. Herwiha Peşmergeyên Kurdistana Iraqê jî, ku hejmara wan nêzî 150-200 hezar e, divê bibin beşekî hevpeymaniya navneteweyî”.
Li gor nûçeyê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin di lûtkeya Rêxistina Peymana Ewlehiya Hevbeş de ku li paytexta Tacîkistanê roja Duşemê birêve diçe, ragihandiye ku artêşa Sûriyeyê bi tenê bi DAIŞê nikare û pêwîstî bi yekîtiya hêzên hemû aliyên peywendîdar heye.
Putin careke din pêşniyaza xwe dubare kiriye u gotiye, ku pêwîst e hêzên hikumeta Sûriyê, hêzên Rojavayê Kurdistanê, dijbereya nerm a wî welatî û herwiha dewletên herêmê ji bo şerê li diji DAIŞê hewildanên xwe bikin yek.
Basnews
