Şanda PDKê di kongreya PYDê de beşdar dibe
Êvariya duh şemiyê 19ê Îlonê şandeke PDKê bi serokatiya Endamê Polîtboruya PDKê Kemal Kerkûkî ji bo ku beşdarî di kongreya PYDê de bike, çû Rojavayê Kurdistanê. Şanda PDKê li deriyê sînorî yê Sêmalka ji aliyê Hevserokê PYDê Salih Muslim ve hat pêşwazîkirin.
Hat ragihandin, şanda PDKê bi nûneratiya Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî tevlî şeşemîn kongreya PYDê bûye.
Roja lidarketina kongreya PYDê îro yekşemî 20ê Îlonê ye û li bajarê Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê lidar dikeve.
